Xwedêyo, wî bibore, rehmê li wî bike, wî saxlem bike û lêborînê jê re bike. Cihê mêvandariya wî bi rûmet bike û cihê wî berfireh bike. Wî bi av, berf û tegergê bişo û wî ji gunehan paqij bike, wekî ku te cilê spî ji qirêjiyê paqij kiriye. Li şûna mala wî maleke çêtir, li şûna malbata wî malbateke çêtir û li şûna hevjîna wî hevjînek çêtir bide wî. Wî têxe bihuştê û wî ji fitneya gorê û cezayê agir biparêze.
Xwedêyo, yên me yên zindî û mirî, biçûk û mezin, mêr û jin, yên amade û yên neamade bibore. Xwedêyo, kî ji me tu sax dihêlî, wî bi îmanê sax bihêle û kî ji me tu dimirînî, wî li ser îslamê bimirîne. Xwedêyo, me ji ecirê wî bêpar nehiêle û piştî wî me ji rê dernexe.
Ravekirin û çavkanî
تخريج الذكر
بلفظ سنن أبي داود؛ وتختلف بعض ألفاظ ترتيب الإيمان والإسلام بين الروايات.
Xwedêyo, filankesê kurê filankes di peymana te û di bin parastina te de ye. Wî ji fitneya gorê û ji cezayê agir biparêze. Tu bi soza xwe ve girêdayî yî û hêjayê pesnê yî. Xwedêyo, wî bibore û li wî rehm bike; bi rastî tu pir bixşîner û dilovan î.
Ravekirin û çavkanî
تخريج الذكر
بلفظ سنن أبي داود، وترد بعض الكلمات بألفاظ أخرى في روايات أخرى.
Xwedêyo, bendeyê te, kurê cariyeya te, muhtacê rehma te ye û tu ne muhtac î ku wî ceza bikî. Heke wî qencî kiriye, qenciya wî zêde bike, û heke wî xerabî kiriye, jê re bibore.
Ravekirin û çavkanî
تخريج الذكر
رواه الحاكم في المستدرك في دعاء الجنازة وصحح إسناده.